Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Namzetê ji Partiya Komarê ya Gelan(CHP), Muharrem Înceyî duhî li ser rêya Colemêrg û Geverê ji rojnamegeran re behsa sohbeta wî û Recep Tayyîp Erdoganî kiriye.
Înceyî got dema ew çûyî serdana namzetê serokkomariyê yê ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Selahattîn Demirtaşî, Demîrtaşî ji wî re gotiye:
“Ez li vê derê me hûn li derve digerin. Heke tu ji namzetên dî re jî bibêjî ez ê keyfxweş bibim. Da [hilbijartin] adilane be bila namzetên dî jî, bi dorê hefteyekê di girtîgehan de bimînin.”
Înceyî diyar kir wî qewîtîya Demirtaşî gihandiye namzetê serokkomariyê yê ji Partiya Edalet û Pêşdeçûnê(AKP), Recep Tayyîp Erdoganî û Erdoganî ji wî re gotiye.
“Min dora xwe kiriye.”
Dema ew hevdîtin hatî kirin Demirtaş bêyî ku dadgehekê hikmekê teqez ji bo wî dabe 18 meh û hefteyek bû ku di girtîgehan de bû. Demirtaş 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê hatibû girtin.
Recep Tayyîp Erdoganî bi xwendina helbestekê, bi sûcê “bi nîşandana cidayîyên dîn û nijadî tehrîkirina gelî ji bo kîn û dijminîyê” 4 meh û 10 rojan di girtîgehê de mabû.(HK/MB)