Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê Eren Keskîn duh ji bo îfadedayînê çû Dadgeha Stenbolê û piştî îfade da dozger, sewqî dadgehê hat kirin.
Rojnameger, parêzer û aktîvîsta mafê mirovan Eren Keskîn ji hêla dadgehê ve bi kontrola edlî serbest het berdan.
Ji ber ku Eren Keskîn demeke dirêj bûbû Berpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê û piştre rojname hat girtin ew jî bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ û propagandaya rêxistinê’ dihat darizandin.
Parêzer e. Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Wê weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005).
(BK/YO)