Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
General Joseph Votel, Fermandarê Hêzên Navendî yên DYAyê (CENTCOM) ji televizyona CNNê re axivî û diyar kir ku derketina ji Minbicê ne di rojeva wan de ye.
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî hefteya borî diyar kiribu ku dibe operasyona li ser Efrînê biçe heta Minbicê.
Mevluç Çavûşoglû Wezîrê Karên Derve roja şemiyê axivî bû û gotibû ku “Divê DYA peywendiya xwe bi rêxistineke terorê re qut bike. Û divê bi temamî çekan bi wan bide berdan. Divê çekên ku dane wan ji wan bistîne. Divê demildest ji Minbicê vekêşin.”
Minbic 40 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û di havîna sala 2016yê de YPGyê DAIŞ ji vir derxistibû û kontrola wê xistibû destê xwe.
Abdulkadîr Selvî nivîskarê rojnameya Hurriyetê di gotara xwe ya îro de axavtina di navbera Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Trumpî de ragihand û ev diyalog ji devê Erdogan wiha par ve kir:
“Di telefonê de min ji Trumpî re got ku em ê bikevin Minbicê. Wî jî got ‘li wir leşkerên me hene’. Min jê re got hûn leşkerên xwe bikişînin herêma ewlehî.” (PT/FD)
Çavkanî: CNN International