*Fotog: Deysem Siti/medyaya penaberen
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê yê ji Polîtîkayên Hiqûq û Edaletê berpirsiyar e, Mûstafa Yeneroglûyî pirsnameyek derbarê kuştina 3 ciwanên Sûriyeyî ya li Îzmîrê de pêşkêşî Parlamentoyê kiriye.
Yeneroglûyî pirsên xwe arasteyî Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir kiriye û wiha gotiye: “Tê îdiakirin ku êrîş bi sedemên nîjadperestî pêk hatiye, bang li Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê û malbata sûriyeyiyên ku can dane kirine û ji bo bêdeng bimînin hatine hişyarkirin. Saziyên fermî heta niha li ser mijarê ti tiştek nehatiye gotin. Divê bûyer ji hêr helî ve were ronîkirin.”
Yeneroğlûyî ev pirs arasteyî Soylûyî kirine:
Çi bûbû: Li Guzelbahçeyê, navçeya Îzmîê di 16ê Çiriya Paşiyê de êrîşkarekî agir bi mala 3 karkerên sûriyeyî xistibû. Di encamê de Mamoun al-Nabhanê 23 salî, Ahmed Al-Aliyê 21 salî û Muhammed el-Bishê 17 salî hatibûn kuştin.
Komeleya Medyaya Penaberan îfadeya êrîşkarî ya li qereqolê dabû aşkere kiribû ku gotiye, wî "bi armancên netewperestî qetlîam kiriye."(RT/FD)