Fotograf: Birleşik Metal-İş / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî bi biryarekê greva karkeran a li şîrketa Schneider Enerjiyê ya li Gebzeyê heta 60 rojan taloq kiriye. Biryar di Rojnameya Fermî ya îro de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.
Erdoganî ji ber "wê ewlehiya netewî têk bibe" greva Birleşik Metal-İşê taloq kiriye. Her weha diyar kiriye ku ev biryar li gorî xala 63yan a Qanûna Peymana Giştî ya Karkirinê û Sendîkayan a hejmara 6356an daye.
Birleşik Metal-İşê li 11 kargehên 6 şîrketan ên li wir birêxistinkirî ye di 6ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de dest bi hevdîtinên peymana giştî ya karkirinê kiribû. Ev peyman ji bo nêzîkî 2 hezar karkeran wê bihatana îmzekirin. Lê di hevdîtinan de sendîkayê û şîrketan li hev nekir.
Sendîkayê de 23yê Kanûna Paşiyê ya 2023yan de biryara grevê da. Beriya grev destpê bike bi saetan, sendîkayê û şîrketa Schneider Elektrik, Aritaş Kriyojenik, Grid Solutions û Hitachi Enerjiyê li hev kiribûn. Li van deran heqdestê her saeteke karkeran ji bo şeş mehên destpêkê ji sedî 91, ji bo şeş mehên dawiyê jî ji sedî 18 hatibû zêdekirin. Her weha mafên civakî jî salane ji sedî sed zêde bûbû.
Lê Schneider Enerjiyê daxwazên karkeran qebûl nekiribû.
Bixwîne - Erdoganî bi sedema "ewlehiya netewî" lidarxistina du grevan qedexe kiriye
Serokomar Erdoganî mîna vê biryarê, di Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de ji bo karkerên Bekaertê jî biryar dabû û greva wan bi heman sedemê qedexe kiribû. Digel vê biryarê karkeran dest ji kar berdabû û li ber xwe dabûn. Paşê jî rêvebiriya şîrketê daxwazên karkeran qebûl kiribû.
Ji roja ku AKP bûye hikûmet ango ji Çiriya Paşiyê ya 2020ê û heta niha, 19 caran biryarên lidarxistina grevan taloq kiriye. AKPyê biryarên xwe bi sedema “wê ewlehiya netewî, tenduristiya giştî, ekonomî, îstîskara fînansî û xizmetguzariya hatinûçûnê ya cemawerî ya navbajêr têk biçe” dane.
Heta sala 2016ê Lijneya Wezîran çêkirina grevan taloq dikir, ji wê demê heta 2018ê bi Qanûna Rewşa Awarte û piştî wê jî bi biryarên Serokomariyê hatine taloqkirin. Ji ber 19 grevên hatine qedexekirin, bandor li nêzîkî 195 hezar karkeran bûye.
Grevên ku heta niha hatine taloqkirin ev in:
Çavkanî: Azîz Çelîk
(HA/FD)