Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HDPê derbarê pêşnûmeya guherandina makeqanûnê ku ji hêla AKPê ve hatiye çêkirin û di Komîsyona Makeqanûnê de jî hatiye qebûl kirin de şerha muxalefetê diyar kir. AKPê di wê pêşnûmeya xwe de hewl dide ku payeya rêveberiyê bi de destê serokomar de.
Şerha muxalefetê bi vî rengî ye:
*Zêdetirê sed salan e li Tirkiyeyê rejîma parlementeriyê heye. Lêbelê AKP her çiqas ku divê cûdahiya hêzan, bingeha demokrasiyê û serweriya hiqûqê bihêztir bike; niha hewl dide bi darê zorê rejîmeke nû ava bike ku tê de derbarê ti tiştek de nîqaş jî neyê kirin.
*Di xwazin bi ‘metna dîkatayê’ ve derbekirin, OHAL û statukoyê bidomînin; azadiya welatiyan zêdetir binpêbikin.
*Deshilatdariya gel nîn e û cudabûna hêzan jî tê betalkirin. Bêguman li welateke ku cudabûna hêzan ji holê rabibe dê hişmendiya ‘Yê ku hêzdar be ew ê bibe desthilatdar’ rewacdar be.
*Makeqanûna civakê ancax bi awayekî demokratîk û muzakerekirina bi hemû aliyên civakê re dikare were çêkirin. Di makeqanûna nû de ferqmeyilî li ser hin aliyên civakê hatiye kirin û her wiha aştiya di nav civakê de jî tê binpêkirin.
*Di metna mutabaqatê ku di 28ê Sibata 2015an de li Dolmabahçeyê ji raya giştî re hatibû diyarkirin de pêwistiyên ji bo çêkirina makeqanûna nû hatibû eşkerekirin: Diyarkirina siyaseta demokratîk û naveroka wê, ji bo çareseriya demokratîk diyarkirina aliyên neteweyî û herêmî, parastin û ewlehiya welatîbûna azad, têkiliyên siyaseta demokratîk bi dewlet û civakê re, qanûnên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin, çand û ekolojiyê, pênasekina nasnameyê û watekirina bi demokrasiya pirengî, pênasekirina komara demokratîk, welatê hevpar û neteweyê.
Axavtin û nirxandinên derbarê pêşnûmeyê de wê roja duşemê li meclisê destpê bike. Piştre wê ducaran dengdan were kirin. Ji bo li ser referandûm were kirin divê herî kêm 330 dengên erê were dayîn.
(NV/YO)