Yuksek dema ku duh êvarê li Amedê ji avahiya navenda giştî ya partiya xwe derdiket ji hêla polêsan ve hat binçavkirin. Hat ragihandin ku ew bi hinceta daxuyaniyên xwe yê dayî hatiye binçavkirin.
Polêsan avêtin bi ser mala Yuksek û avahiya Navenda Giştî ya DBPê jî û lêgerîn pêk anîn. Li malê ji xeynî pirtûkan tiştek nehat dîtin. Wênêyeke Abdullah Ocalan, CDyek û çenteyek piçûk ku li odeya xebatê ya Yuksek de bûn,polêsan dest danî ser.
Tê zanîn ku Kamuran Yuksek 17ê Adarê de ji bo pîrozbahiyên Newrozê çûbû Qersê û li wir jî hatibû binçavkirin.
Wê demê jî hatibû ragihandin ku Yuksek ji ber axavtineke xwe ku li Êlihê kiribû hatiye binçavkirin û piştî ku îfadedayînê , serbest hatibû berdan.(BK/YO)