Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş îro ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê mesajek şand û aşkere kir ku ew û Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan dê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Peyama Demirtaş a ji HDPê û raya giştî re şandiye wiha ye:
“Ji ber helwesta Midûrê Girtîgeha Edirneyê ya li hemberî diyalogê, pêkaînên ji derveyî hiqûqê, helwesta dijmirovî ya li hemberî girtiyên din û ji ber ku di mijara greva birçîbûnê de ku bi rojane berdewam dike ti gavên niyetpak neavêtiye, em ji roja înê û pê de dest bi greva birçîbûnê dikin.
“Em daxwazê ji raya giştî dikin ku di mijara grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de û di mijara binpêkirinan de bi hestiyar bin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel jî diyar kir ku ew ê di Girtîgeha Silivriyê de di navbera 1 û 5ê Nîsanê de greva birçîbûnê bigire.
Tuncelê bi rêya DBPê ev mesaj şand:
“Ji bo ku tecrîda giran a li ser Ocalan bê rakirin, diyalog û guftûgo destpê bikin, binpêkirinên mafan yên girtîgehan bi dawî bibin û çewisandinên li ser gundan bidawî bibin grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdor yên li girtîgehan ketiye asteke metirsîdar.
“Ez jî ji bo ku ev daxwaz bên qebûlkirin di navbera 1 û 5ê Nîsanê di li Girtîgeha Hejmar 9 a Silivriyê tevlî komeke hevalan dest bi greva birçîbûnê dikim.”
Greva birçîbûnê ya ku di 15ê Sibatê de li Girtîgeha Şakranê ya ji hêka girtiyên ji doza PKKê û PJAKê bi beşdariya gelek girtîgehên li Tirkiyê bi awayê bêdem an jî bidem berdewam dike.
Kesên di grevên birçîbûnê de ne daxwazên xwe wiha tînin ziman:
“Bila şert û mercên tecrîda giran ên li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan bên rakirin.”
“Bila qedexe û wêrankirina li bajarên Kurdan bidawî bibin.”
Bila helwestên xirab ên di girtîgehan de li hemberî girtiyan bidawî bibin.”
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (İHD) di Girtîgeha Şakranê de 5 jê jin 33 girtî di 44emîn roja grevê de ne. Li Girtîgeha Edirneyê 16 girtî di roja 34, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 8 girtî di roja 23, li Girtîgeha Jinan a Sincanê 7 girtiyên jin di roja 36emîn de ne ku greva birçîbûnê destpê kiriye.
Herwiha ji her girtîgehê 5 girtî ji bo 5 rojan di navbera 15ê Adarê û 15ê Nîsanê dest bi greva bidor kirine.
Di nameya ku ji Girtîgeha tîpa E a Mêrdînê ji bo bianetê hatiye şandin de, bangewaziya piştgiriya berxwedanê tê kirin û girtiyan nivîsandiye ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bidem û bidor kirine.
(AS/FD)