Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê diyar kiriye ku îdiayên dibêjin Tirkiye beşdarî Operasyona Mûsilê bûne derew e.
Li gor AFPyê ‘’Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê îdiayên ku diyar dike Tirkiye beşdarî operasyona azadkirina Nînovayê(Vîlayeta Mûsil paytextê wê ye) bûye derewand.’’
Bînalî Yildirimî di civîna 25. a AKP(Partiya Dad û Geşepêdanê) gotiye: ‘’Hêzên Pêşmergeyan ji bo paqijkirina Başîkayê ji DAIŞê dest bi operasyonan kiriye. Pêşmergeyan ji fermandariya me ya li Başîkayê alîkarî xwestine wan jî bi bombeyan piştgirî daye wan.’’
Serokwezîrê Tirkiyeyê duhî dabû zanîn ku ji bo opersyona li dijî DAIŞê hewceyîya wan li Tirkiyeyê nîne. Îbadîyî gotiye:
‘’ Ez dizanim ku Tirkiye dixwaze beşdar bibe. Spas ji wan re. Lê ev tiştekê welê ye ku Iraq dikare ji-heq bê der. Heke lazim bike em ê ji Tirkiyeyê û welatên dî alîkariyê bixwazin.’’
Bînalî Yildirimê serokwezîr di komcivîna AKPyê(Partiya Dad û Geşepêdanê) de di 18ê Çiriya Pêşiyê de gotiye: ‘’Hêzên me yên asîmanî jî tevlî Operasyona Mûsilê bûn.’’
Piştî civînê Yildirimî ji rojnamegeran re gotiye:
‘’Dema [balafir] hatin bi kar anîn dê di nav Hêzên Hevpeyman de be. Bi prensîban me li hev kiriye. Dema daxwaz bê kirin yên me jî dê beşdarî koalîsyonê bibin.’’(YY/MB)
*Me ev nûçe ji BBC, Deutsche Welle û Sputnîk Newsê berhev kiriye.