Fotograf: AA
Li DYAyê Lijneya Hilbijêran bi awayekî fermî Joe Biden weke serokê 46emîn pesend kiriye. Lijne ji 538 delegeyan pêk tê.
Lijneya Hilbijêran piştî hilbijartinên ku li 50 eyaletan û li Washîngton DCyê di 3yê Çiriya Paşiyê de hatine kirin, civîna xwe pêk aniye. Lijneyê serokatiya Bidenî pesend kiriye.
Bîden piştî pesendkirina serokatiyê li Wîlmîngtonê axiviye û gotiye ku ew ê bibe serokê hemû Amerîkayiyên çi deng dane an jî deng nedan. Bidenî diar kiriye ku demokrasiya Amerîkayê digel êrîşên Donald Trump, Serokê DYAyê li ser piyan maye.
Di hilbijartina 59emîn a Serokatiyê de Joe Bîden 306 delege qezenc kiribû û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 232 delege qezenc kiribû. (FD)