Fotograf: AA
Sekna koçberan li ser sînorê Belarûs û Polonyayê berdewam e. Her çend ji hin welatên din jî koçber li ser sînor in, lê hejmara koçberên kurd balê dikişînin.
Li gorî nûçeya Rewa Mahmûd Hesen a di Ajansa Anadolûyê de weşiyaye, dayikeke kurd ji Herêma Kurdistanê gotiye, ew ji bo dermankirina kurê xwe dixwaze biçe Ewropayê:
"Tenê ewladê min ê nexweş xelas bikin, ez doxtor im. Ji bo ku ewladê xwe xelas bikim min hemû pereyê xwe xerc kirin; min her tiştê xwe hişt. Beriya niha ewladekî min miribû. Li Herêma Kurdistanê gotin ku çi ji destê me hatiye me kir û ji vir û şûnda tiştek ji destê me nayê. Em 5 caran ketin kemoterapiyê û me li Kerkûkê emeliyeke mezin derbas kir."
Dayikeke din a kurd jî li ser sînor sekiniye. Dayika 60 salî dixwaze bi 7 kesên ji malbata xwe derbasî Ewropayê: "4 jê zarok em 7 kes in. Ti tiştek tuneye. Ne nan heye, ne av. 5 roj in em li vê derê ne. Em 2 şevan jî li cihekî din ê daristanê man. Hewa pir sar e. Me agir dada, lê em germ nabin."
Dayika ku xwestiye alîkarî bi wan bê kirin, bi van gotinan behsa sedema koçberiya xwe kiriye:: "Sedema terkirina welatê min ew e ku şert û mercên jiyanê pir zehmet bû, pevçûn hebûn. Ez ji bo siberoja zarokên xwe li vir im. Ez naxwazim zarokên min û neviyên min di nav rageşiyê da mezin bibin."
Koçberê ji Germiyana Herêma Kurdistanê hatiye, ev pênc roj in di nava sermayê de li daristanê dimîne. Ew jî weke koçberan li bendê ye ku derî vebe û ew biçe Ewropayê: “Montê min şewitî. Dema min agir vêxist, destên min şewitîn. Ez ji bo siberoja zarokên xwe bi rê ketim. Şert û merc pir xirab e. Ev hefteyek e ez di vê sermayê da li vir disekinim. Heke ez ji sermayê bimirim, min li vir defin bikin, lê ez ê venegerim."
Cemal Seîd Hesenê ji Helepçeyê gotiye ku ew ji ber bêkarî û bêedaletiyê koçber bûne: "Sedema hatina me ya li vir, ya hatina ciwanan bêkarî û bêedaletî ye. Şertên li vir pir xirab in. Hewa sar e, nan û av tune. Li gel me zarok û jinên nexweş hene."
Zarokekî 7 salî yê bi navê Taman yê ku herdu lingên wî tune û seqet e jî li ser sînorê Belarusê bendê ye ku derbas bibe.
Tamamî wiha gotiye: "Ez ê vê proteza xwe temîr bikim û ez ê birevim û bilîzim. Ji bo ku ez bikaribim birevim û bilîzim ez dixwazim herim."
Nêzîkî sê mehan e ku bi hezaran koçber dixwazin di rêya Belarusê re derbasî Polonyayê bibin û ji wir jî biçin welatên Yekîtiya Ewropayê. Heta niha 8 koçberan can dane. (FD)