Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koreya Bakur di ser bakur û rojhilatê Japonyayê re moşekeke balîstîk ceribandiye. Hikûmeta Japonyayê bi rêya Balyozxaneya Pekînê, hikûmeta Koreya Bakur hişyar kiriye.
Koreya Bakur ji sala 2017ê û vir ve di ser axa Japonyayê re moşekek balîstîk avêtiye. Wezîrê Berevaniyê yê Japonyayê Hamada Yasûkazuyî gotiye ku moşeka balîstîk 1000 hezar kîlometre bi jor ketiye û bi qasî deqîqayekê li ser Japonyayê li hewa maye.
Hamadayî her weha diyar kiriye ku moşek ji bakur û rojhilatê welêt derbas bûye û nêzîkî 4 hezar û 600 kîlometroyî çûye. Li gorî zanyariyên ku Hamadayî dane. Moşek 3 hezar û 200 kîlometro li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîk ango Okyanûsa Mezin ketiye.
Serfermandariya Koreya Başûr jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku moşeka balîstîk a nîvmenzîl ji Mupyongriya li herêma Jagangê dikeve ya li bakurê Koreya Bakur e, avêtine hêla rojhilatê.
Hikûmeta Japonyayê li gorî saeta herêmî saet di 07.49 deqîqeyan de daxuyaniyek weşandiye û gotiye: "Bi qasî ku xuya dike Koreya Bakur moşekek avêtiye. Tikaye biçin stargehan."
Serokwezîzê Japonyayê Fumio Kishidayî avêtina moşekê bi gotina "çalakiyeke ku bi tundkariyê tijî ye" şîrove kiriye û şermezar kiriye.
Dîplomatê payebilind ê DYAyê li Asyaya Rojhilat û Pasîfîkî Daniel Kritenbrinî jî bûyer bi gotina, "bêtalihî" penase kiriye û gotiye, "Çîn û Rûsya berpirsiyariyên xwe baş pêk naynin, ev jî cesaretê dide Koreya Bakur." (SD/FD)