Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevkê hikûmetê û cihgirê serokwezîrî, li bajarê Londonê li Balyozxaneya Tirkiyeyê axivîye.
Kurtûlmûşî li ser têkiliyên Tirkiye û Ewropayê ev tişt gotine:
“Têkiliyên Tirkiye û Ewropayê gelek hesas in. Me ji hevpileyên xwe yên vê derê re jî got ku li ser serbestiya vîzeyê Ewropayê tiştên ketîn ser milê wê nekiriye, ev yek jî welê dike em xwe wek hatî xapandin hest bikin.”
“Tirkiyeyê ji bo vegerandina penaberan tiştên ketîn ser milên wê kirin lê Ewropayê mixabin ku nekir.
”Ewropaya ku dema çend koçberan dibîne zeravê wê dikete heke rasta bi sed hezaran koçberan bê dê çi bike?
Kurtulmuşî da zanîn ku Ewropayê ew piştgiriya 3 milyar Euro ya ku divîya bidaya Tirkiyeyê nedane”(AS/MB)