Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Îro ji bo 16 gundên navçeyên Hênê û Lîcê yên Amedê û tevlî tax û gundikan li 19 gundên navçeya Dara Hênê ya Çewlikê derketina derve hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniyên ji hêla Walîtiya Amedê û Walîtiya Çewlikê hatiye kirin “bi hinceta operasyonên li hemberî PKKê” qedexe hatine ragihandin û heta daxuyaniyeke din jî wê ev biryar berdewam dike. Di her du daxuyaniyan de jî dîroka dawîlêhatina qedexeye nehate aşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê di malpera xwe ya fermî de kiriye, qedexe îro saet 05.00ê destpê kiriye û ciyên ku wê ev biryar lê derbas bibin wiha ne:
Gundên bi navê Abalı, Birlik, Şenlik, Erginköy, Tuzlaköy, Çeper, Ecemiş, Daralan û Duruköy yen bi ser Licê ve girêdayî.
Serenköy, Uzunlar, Yukarıturalı, Kalaba, Topçular, Akçayurt û Kaledibi yên bi ser Hênê ve girêdayî.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Çewlikê qedexeya derketinê îro saet 00.00ê destpê kiriye û ciyê ku wê biryar lê derbas bibin wiha ne:
Karcı, Yelkaya, Üçgül, Döşekkaya, Direkli, Ericek, Servi, Harmancık, Çoban Çesmesi, Sarıbudak, Yaydere, Büyükçağ, Çevirme, Yayla, Şehitköy, Yeniyazı, Doğanca, Bulgurluk û Yolaçtı. (TP/AS/FD)