Ji bo nûçeya Tirkî
Walîtiya Amedê daxuyand ku li 39 gundan derketina derve hatiye qedexe kirin, 21 herêm weke herêma ewlehiyê hatiye îlankirin û wan bi hezaran leşkeran ve operasyoneke mezin daye destpêkirin.
Walîtiya Amedê daxuyand ku îro Fermandariya Leşkeran a Bajêr bi hezaran leşkeran ve li dijî hêzên PKKê operasyon li dar dixin û di vê çarçoveyê de li 39 gundên girêndayê 3 navçeyên Amedê jî derketina derve hatiye qedexekirin.
Her wiha li wê herêmê 21 deverên cuda hetanî 31ê Kanûna 2016an wekî herêma ewlehiyê ya taybet hatin îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat ragihandin ku qedexe îro ji saet 03:00an şûnde dest pê kiriye û gundên lê qedexe hatiye îlankirin jî wiha ne:
*Karaz: Gozebaşi, Gokçe, Boyunlu.
*Hezro: Çitlibahçe
*Lice: Ortulu, Erginkoy, Kiralan, Dernek, Yamaçli, Akçabudak, Kiliçli, Yorulmaz, Yalimli, Baharlar, HedikBayirli, Saydamli, Baglan, Serince, Yalaza, Ortaç, Kayacik, Uçari, Esenler, Ziyaret, Dolunay, Çavundur, Çagdaş, Dibekkoy, Yolçati, Arikli, Ulucak, Guldiken, Yaprakkoy, Tuzlakoy, Damar, Siginak, Budak û Kabakaya.
Walîtiyê daxuyand ku operasyona li Şenyayla û Billurderesiyê bi dawî bûye û qedexeya ku di 22ê Hezîranê de hatibû ragihandin jî bi dawî bûye.
(AS/YO)