Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtûya Hûnerên Grafîkan ya Amerîkayê(AIGA) platformeka bi navê “Design Observer” pêk aniye. Di platformê de bergên kitêban hatine berhevkirin. Di nav bergan de pênc berg ji Tirkiyeyê ne.
Du kitêbên Utku Lomluyî dîzayna wan kirîn ketina di nav bergên herî baş de. Lomluyî berg ji bo weşanxaneya Canê pêk aniye.
Rêzekitêbên Geray Gençerî dîzayna bergê wan kiriye di nav bergên herî baş de hatiye nîşandan.
Kitêba Kibele Yarmanî ji bo weşanxaneya Koçê amade kirî jî ketiye di rêzê de.
Kitêba ku Koray Ekremoglûyî ji bo weşanxaneya Îletîşîmê bergê wê çêkiriye, yek ji bergên herî baş e.
Ji bo nîşandana bergên herî baş ji 23 welatan dîzaynerên 700 kitêban serî lê daye.
(HK/MB)