Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku alîgirên Donald Trump, Serokê DYAyê avahiya Kongreyê dagir kirin û civîna hevbeş Senato û Meclîsa Nûneran nîvco ma, hêzên ewlehiyê alîgirên Trumpî ji avahiyê derxistine. Li ser vê pêşketinê civîna hevbeş a Senato û Meclîsa Nûneran careke din destpê kiriye ku wê di vê civînê de serkeftina Joe Bidenî ya di hilbijartinên Çiriya Paşiyê ya 2020an de pesend bike.
Mike Pence, Alîkarê Serokê DYAyê ku serokatiyê ji civînê re dike, di dema civînê de gotiye “Ev ji bo Kongreyê rojeke reş e”.
Pence diyar kiriye ku “Tundkarî ti carî bi ser nakeve. Azadî bi ser dikeve û ev der hê jî mala gelî ye. Dema em li vir hatin ba hev, cîhan jî piştî van bûyerên tundkariyê û barbariyê yên mîna wan nehatiye dîtin, wê careke din bibe şahidê berxwedan û hêza demokrasiya me.”
Li gorî nûçeyên NBC, CNN û Hillê jinek li nêzîkî avahiya Kongreya DYAyê birîndar bûye û paşê jî miriye.
Piştî ku bûyer derketine, li Washingtonê Şaredarî biryara qedexeya derketina derve li gorî saeta herêmî saet di 18.00ê de daye. Şaredarî paşê ev biryar ji bo 15 rojan dirêj kiriye.
Polîsê Washingtonê diyar kiriye ku heke kesên li gorî biryara qedexeyê tevnegerin hebin wê werin desteserkirin.
Li gorî nûçeyên medyaya amerîkî di encama pevçûnan de 52 kes hatine desteserkirin. Polîsê Washingtonê diyar kiriye ku “ji ber biryara qedexeya derketina derve binpê kirine” hatine desteserkirin. Her weha gotiye di dema pevçûnan de 4 kes mirine.
(TP/FD)