Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li otoparka derê avahiya Walîtiya Edeneyê teqînek pêk hat. Walîtiyê daxuyand ku teqîn ji ber wesayîta bombebarkirî rû daye.
Teqîn di saet 08:05an de pêk hat.
"Di saet 08.05an de li otoparkê nêzîkî meqama Walîtiyê wesayît diteqe.
Tê texmînkirin ku êrîş ji hêla jinekê ve hatiye kirin. Di teqînê da 2 welatî mirin û 16 kes birîndar bûn.
Lijneya Radyo û Televizyonê daxuyand ku wan li ser talîmata serokwezîrtiyê weşanên derbarê teqîna li Edeneyê de qedexe kiriye.
(AS/YO)