Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Futbolîst B. J. yê ku li navçeya Farqînê ya Amedê di tîma Silvan Belediyesporê de dilîze, bi tohmeta ku “istismara zayendî” li zarokekê kur ê 12 salî kiriye hatiye girtin. B. J. şandiye Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.
Bûyer, piştî ku zarokî ji dêya xwe re behs kiriye, derketiye holê. Malbata zarokî giliyê futbolîstî kiriye û B. J. hatiye desteserkirin. B. J. di îfadeya xwe ya dozgeriyê de tohmetên li ser xwe qebûl nekiriye.
Pedagogek jî di dema îfadegirtina zarokî de ya li dozgeriyê hazir bûye û zarokî behsa hemû detayên êrîşa zayendî kiriye. Pedagogî diyar kiriye ku gotinên zarokî hev digirin û ev jî rastiya wan derdixe holê.
Piştî îfadeya wî ya li gel Dozgeriya Komarî, ew bi daxwaza girtinê şandine ber Dadweriya Silh û Cezayan a Farqînê. B. J. yî li pêşberî Dadweriyê jî tohmet qebûl nekiriye.
Huseyîn Tayinmak, parêzerê B. J. yî gotiye ku heke muwekilê wî bê girtin wê zirareke mezin a darayî li wî bibe û daxwaz kiriye neyê girtin.
Lê Dadweriyê bi sûcê ku “istismara zayendî ya li zarokan” kiriye biryara girtina B. J. yî daye.
B. J. şandiye Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.
Li gorî rapora Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) a bianetê herî kêm 32 zarokên keç û sê zarokên kur rastî istismara zayendî hatine. (EMK/FD)