Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlementerê HDPyî(Partiya Gelan a Demokratîk) Omer Faruk Gergerlîogluyî diyar kiriye ku “li girtîgeha Sêwasê li odeya 8 kesî 22 kes dimînin. Rojê bi tenê nîv sietê av tê lê ew av jî ne paqij e.”
Gergerlîoglu herweha yek ji endamên Komîsyona Lêkolînên li se Mafên Mirovan a Meclîsê ye. Wî bi pirsnameyekê ji wezîrê dadê li ser rewşa girtîgeha Sêwasê pirs kirine.
Gergerlîoglûyî li ser girtîgehan gotiye:
“Dema girtî nexweş dibin ya kêm piştî 2 meh û nîvan ew dikarin biçin nexweşxaneyan.
“Li serşok û tuwaletan av diçike. Ji ber ku ava bîran e carinan kêzik ji avê derdikevin.
“Birêvebirên girtîgehê guvaşa psîkolojîk dikin.”
Parlementerî pirsî:
“Gelo wezaretê li ser vê rewşê lêkolîn kiriye, çend berpirsên rewşê ji karê wan hatiye bidurxistin.
“Di pênc salên dawiyê de lêpirsînname li ser çend karmendên girtîgehan ji ber îşkence û tevgerên xerab hatine nivîsîn?”
(AS/MB)