Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Heftanînê, Herêma Kurdistanê di dema operasyona artêşa tirkan de şer û pevçûn di navbera leşker û PKKiyan de qewimiye.
Di encamê de leşkerek û cerdevanek miriye.
Cenazeyê leşker Bayram Gunayî wê li gundikê Derekoyê yê Edîrneyê, yê cerdevan Îlyas Bagaterî jî wê li Tepekoyê yê Hezexa Şirnexê were binaxkirin.
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ji 24ê Tebaxa 2019ê û vir ve li Heftanînê ya Herêma Kurdistanê operasyona bi navê “Pence-3yê” bi rê ve dibin.
Heta niha li gorî daxuyaniyên fermî di 25ê Tebaxa 2019ê de sê leşker, di 2yê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de leşkerek, di 2yê Kanûna Paşiyê ya 2020ê de jî du leşker mirine. (EKN/FD)