Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Santiagoya paytexta Şîlîyê piştî zêdekirina heqê veguhestinê (heqê rê) protesto hatibûn kirin. Di protestoyan de 8 kes mirine.
Ji ber xwepêşandanan li eyaletên wek Santiago û Chacabuco û herêmên wekî Puente Alto û San Bernardo “rewşa hewargihandinê” hatiye ragihandin. Derketina derve hatiye qedexekirin. Piştî erdheja 2010an ev cara yekem e leşker derketine kolanan.
Li gor çapemenîya Şîlîyê dema ku konfeksîyoneke li herêma Renca ku nêzî Santiagoyê ye hatiye şêlandin agir pê ketiye û pênc kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li herêma San Bernardoya girêdayî Santiagoyê dema supermarketek hatiye şêlandin dîsa agir pê ketiye û li wir jî sê kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hejmara xwepêşandêrên heta niha hatine girtin jî ji 1400î zêdetir e.
Ji ber xwepêşandanan li hin deveran dibistan dê neyên vekirin û seferên gelek balafirên ji bo Santiagoya paytext jî hatine betalkirin.
Serokê Dewleta Şîlîyê Sebastian Pinera jî daxuyanîyekê daye û gotiye “Welatê me li hemberî dijmênên hov û dijwar ku rêz li ber jiyana mirovan an jî milkê mirovan nagirin şer dike.”
Li Santiagoyê ji bo metroya ku di warê veguhanîyê de gelek girîng e ji bo hin saetan biryara ji sedî 4 zêdekirina heqê rê hatibû dayîn û ji ber vê yekê; protestoyên ku di destpêka hefteyê de bi ‘xwehilavêtina di ser tûrnîkeyan de’ dest pê kiribûn, piştî hêzên ewlekarîyê bi awayekî tund kesên xwe di ser tûrnîkeyan de hil avêtibûn û heq nedabûn derxistibûn protesto veguhezîbûn xwepêşandanan.
(HA/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe ji tirkî wergerandiye.