Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Greenpeaceyê kampanyayeka bi navê ''em naxapin'' daye dest pê kirin û dîyar kiriye, endûstrîya mirîşkan bûye meydaneka ezîyeta li heywanan. Greenpeace dixwaze endûstrîya mirîşkan heta sala 2020ê bê guhertin.
Greenpeaceyê li Hola Civînan a Cezayîrê civînek pêk anîye û rapora xwe ya bi navê ‘’Xerckirina Dinyayê’’ li paneleka bi navê ‘’Ladesa tê zanîn-Ji bo endûstriya mirîşkan paşiya rêyê hat.’’ Eşkere kiriye.
Encamên berbiçav ên rapora Greenpeaceyê:
Goştê mirîşkan di du sietan de dipije
Dr. Yavuz Dîzdarî diyar kiriye, mirîşk ji ber ku bi antîbîyotîkan mezin dibin, di 20 deqîqeyan de goştê wan dipije lê divîya di du sietan de çêbûya.
Dîzdar: ‘’ Li endûstrîya xwedîkirina mirîşkan tişta herî giring zû-mezinkirina çîçokan e. Antîbîyotîk bi hêceta parastina mirîşkan têne bi kar anîn lê ew guherînê li goştê mirîşkan dikin. Hin guhertin mayinde ne. Li gor lêkolîneka li sala 2015ê hatiye kirin antîbîyotîk proteînên bingehîn jî diguhere. Vê guhertinê bikirên mirîşkan welê ferq dikin ku mirîşkên divê li du sietan bipijin li 20 deqîqeyan dipijin.’’
Ahmet Atalikî jî dîyar kiriye ku xwedîkerên mirîşkan daxwaza bi kar anîna 24 cûreyên Maddeyên Genetîkê Diguherin(MGD) ji Wezareta Çandiniyê kiriye.(NV/MB)
Daxwazên Greenpeaceyê yên ji xwedîkerên mirîşkan 1) Bi lez û bez dest ji bikaranîna maddeyê antîbîyotîk û antîmîkrobîyal berde. |