Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Mixalifên Sûriyeyê bi garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê hevpeymaneka agirbestê îmze kiribû. Dihat plankirin ku li paytexta Qazakistanê hevdîtinên ji bo aştiyê bêne kirin û amadekariyên ji bo vê yekê dihatin kirin. Mixalifan dan zanîn ku wan amadekariyên xwe sekinandine.
Mixalifan dane zanîn ku “hêzên desthilatê gelek caran digel hevpeymanan êrîş kiriye û hevpeyman îxlal kiriye” ji ber vê yekê jî wan xebatên ji bo amadebûna ji bo Astanayê sekinandine.
Herweha mixalifan eşkere kiriye ku heke hêzên Artêşa Sûriyeyê û hevpeymanên bi piştevaniya Îranê tevdigerin êrîşan bikin hevpeyman dê nemîne.
Dihat çaverêkirin ku piştî hevdîtinên ji bo aştiyê di mehekê de li Astanayê civînek bê kirin.
Hevpeymana ku Tirkiye û Rûsya bûbûn garantor di 29ê Kanûna Pêşiyê de hatibû îmzekirin. (YY/MB)