Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Merasîma 11em Xelatdayînê ya Hrant Dînkî ya Navnetewî 15ê Îlona 2019ê roja yekşemê saet di navbera 20.00 û 22.00ê de li Qesra Pêşengahan û Kongreyê ya Navnetewî ya Lutfî Kirdarê pêk hatiye.
Îsal Nebahat Akkoça ku bi salane derbarê tundkariya mêran û mafên jinan de dike û Agnes Kharshiinga ku li Hîndistanê ji bo mafên xizan, jin, zarok û mirovên paşwendî û jîngehê têdikoşe xêjayî xelatgirtinê hatibûn dîtin.
Di merasîmê de rojnameger Mûrat Çelîkkanî xelat daye Kharshniingê, lîstikvanê sînemayê Ercan Kesalî jî daye Akkoçê.
Eze Dîzdarê pêşkêşvaniya bernameyê kiriye û Maral Ataman, xwendekarên Hrant Çîzmeciyanî û koma Buyuk Ev Ablukadayê stran gotine.
Îbrahîm Betîl, endama Lijneya Şêwrê ya Weqfa Hrant Dînkî di merasîmê de axiviye û dema behsa girtiyan kiriye û bi taybet jî behsa karsaz Osman Kavalayî kiriye, beşdaran ji bo wî demeke dirêj li çepikan dane.
Piştî axavtinê vîdeoya bi navê “Işiklar” (Ronahî) hatiye nîşandan ku li ser sazî û kesayetên di sala 2019ê de “li dijî binpêkirinên mafên mirovan, êş û tundkariyê li çar hêla cîhanê xebitîne” hatiye amadekirin.
Îsal di juriya xelatdayinê de mafparêz Mûrat Çelîkkan; rêxistina mafên mirovan û xwediya Xelata Hrant Dînkî ya Navnetewî ya sala 2018ê; mafparêz û dadwerê berê Albie Sach; Zanyara Siyasetê Ayşe Kadioglû; derhêner, nivîskar û lîstikvan Ercan kesal; mafparêz Ozlem Dalkiran; dîroknas Ronald Grigor Suny; hunermend Sarkis; muzîkjen û astivîstê siyasî Serj Tankian, çalakvana mafên jinan Zainab Salbi û Seroka Weqfa Hrant Dînkî Rakel Dînk hebû. (TP/FD)