Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Faruk Balikçiyê rojnameger ji bo Doza Ozgûr Gûndemê bi sûcê “propagandakirina ji bo rêxistina terorî” tê dadkirin.
Dozgerî bi Xala 53. a Qanûna 7/2, 6/2 ji Balikçiyî re cezayê girtinê xwest.
Pêrêzeran dirêjkirina dema dadkirinê xwestin. Doz ji bo 9ê Adarê hat bipaşdedan.
Dozgerê Doza Ozgûr Gûndemê ji bo Ayşe Batûmlûyê 7,5 sal xwest. Batûmlû bi "kirina propagandaya rêxistina terorî tê sûcdarkirin.
Dozgerî bi Qanûna 7/2 yê ji bo nivîskarê Murat Uyurkulak 7,5 sal xwest. Murat Uyurkulak jî bi "propagandakirina ji bo rêxistina terorî tê sûcdarkirin.
Derya Okatan û Dîcle Anterî bi nobedariyê berpirsiyarîya weşana Ozgûr Gûndemê kiribû. Dozgerî xwest Okatan û Anter bi cezayê herî giran bê cezakirin. Dozgerî 10,5 sal ji Okatanê û Anterî re xwest.
BIXWÎNE: Dozgerî ji ber Doza Ozgûr Gûndemê ji Nadîre Materê re ceza xwest
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(EA/MB)