Fotograf: Ali Jadallah / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteqeyêm Yekgirtî (OCHA) rapora xwe ya derbarê Filistinê de aşkere kiriye.
Li gorî raporê, ji sere sala 2023yan heta niha Artêşa Îsraîlê 172 filistînî kuştine. Hejmara kesên ku heta niha hatine kuştin, ji hejmara tevahiya sala derbasbûyî zêdetir e.
Li gorî rapora OCHAyê, leşkerên Îsraîlê di sala 2022yan de 155 filistînî kuştine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji sala 2005an û vir ve di sala 2022yan de herî zêde filistînî li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava filistînî hatine kuştin.
OCHAyê di rapora xwe de diyar kiriye ku Artêşa Îsraîlê ji sere sala 2023yan û vir ve li Şerîaya Rojava 7 hezar û 372 filistînî birîndar kirine.
Li herdu herêman jî 780 mal rûxandine.
Her weha hatiye diyarkirin ku ji sala 2010an û vir ve, li herêma “C”yê ya Şerîaya Rojava û li Qudsa Rojhilat, bi hinceta “destûrnameyên wan nînin” ji bo rûxandina 22 dibistan an jî destdanîna li ser wan, 41 biryar hatine bicihanîn.
(AS/FD)