Ji bo nûçeya tirki bitikîne
Jazsef Szajer, parlamenterê Parlamentoya Ewropayê îtiraf kiriye ku ew li Brukselê, paytexta Belçîkayê tevlî şahiyekî queer seksê bûye û aşkere kiriye wî ji ber sedemên şexsî dest ji wezîfeya xwe berdaye.
Daxuyaniyên cur bi cur yên Jazsef Szajer rastî nerazîbûnên LGBTİyan û hin derdoran hatiye. Szajerî ser bi Partiya Fidesza Macaristanê ye ku Partiya Vîktor Orban, Serokwezîrê Macaristanê ye.
Li êvara îniya borî polîsan bi ser barekî de girtiye û dawî li şahiyeka seksa bi komî aniye. 25 kes tevlî şahiyê bûye û piraniya wan mêr bûne. Li Brukselê di çarçoveya tedbîrên Covîd-19ê de derketina derve qedexe bûye.
Hatiye zanîn ku gelek diplomat jî di nav de Jozsef Szajer, parlamentere Ewropayê jî tevlî şahiyê bûye. Li gorî îfadeya polîsan Szajer dema xwestiye li cîhê bûyerê bireve birîndar bûye û piştre parêzbendiye xwe bikaranîye parastina xwe kiriye.(PT/AY)