Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo hilbijartina Serokomariyê û ya Parlamenteriyê pêvajoya dengdanê dest pê kir.
Li tevahiya Tirkiyeyê 56 milyon û 322 û 632 dengdêr wê li 180 hezar û 65 sendoqan dengên xwe bidin.
Dengdana li derveyî Tirkiyeyê 7ê Hezîranê dest pê kiribû û 19ê Hezîranê bidawî bûbû. Kesên ku dengên xwe bi kar neanîbin dikarin îro heta saet 17.00ê li deriyên sînoran dengên xwe bidin.
Dengdêrên li nava Tirkiyeyê wê di navbera 08.00ê û 17.00ê de karibin dengên xwe bidin. Heke saet bibe 17.00 û kesên dengên xwe nedabin hebin û li wê dibistana ku dê dengên xwe bidin amade bin, piştî serokê lijneya sendoqê wan bijmêre wê karibin dengên xwe bidin.
Ji bo dengdanê divê belgeyek ku biwêne û hejmara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê li ser hebe li ba dengdêran be. (HK/FD)