Ji bo nûçeya Înigîlîzî / Tirkî bitikîne
Egitim Senê Egitim Senê li dijî jikarderxistina bi hezaran endamên xwe îro li gelek cihan çalakiyên şermezarkirinê lidarxisin. Polêsan li gelek bajaran êrişî çalakiyên mamosteyan kirin û di encamê de gelek ji wan bi darê zorê û tundkirinê binçavkirin.
Wezareta Perwerdehiyê (MEB) di 8ê Îlonê de daxuyandibû ku piraniya wan ji bajarên kurdan 11 hezar û 285 mamoste-karmend bi hinceta têkiliya wan bi PKKê re hene, ji kar hatin derxistin.
KESK û Egirtim Senê li Stenbol, Enqere, Amed û Mûşê li dijî jikarderxistinan çalakî li dar xistin. Pol3esan li Amed, Mûş û Enqereyê êrişî çalakiyan kirin.
Polêsan li dijî çalakiyên Amed û Mûşê bi bombeyên gazê, cop û ava şîd êriş kirin.
Egitim Senê daxuyand ku li Amedê 70, li Mûşê jî 4 endamên wan hatine binçavkirin û Sekreterê Şaxa 1. ya Egitim Sena Amedê Mehmet Nur Ozdemir ji ber bombeyên gazê aciz bûye û wî rakirine nexweşxaneyê.
Lijneya Rêveberiya Navenda Egirtim Senê derbarê mijarê de daxuyanî da xwest ku endamên wan ên binçavkirî demildest serbest werin berdan. Di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ew kesên ku piştî 15ê Tîrmehê îdia dikirin ku wan meydanên bajêran kirine “qadên demokrasiyê”, îro li heman meydanan faşîzmê ava kirin. Îro mafê herî bingehîn jî tê binpêkirin û ew kesên ku vê yekê dikin jî OHALê ji xwe re kirine zirx. Armanca ew e ku kî îtihatê wan neke bi darê zorê bînin hîzayê.
“Bila her kes pê bizanibe ku wê sendîqeya me ti dem dev jî parastina mafên demokratîk bernade û wê li hemberî vê bêhiqûqiyê jî bisekine. Bila baş were zanîn ku em weke Egitim Senê van pêkanînan dişopînin û em bagdikin ku endamên me yên binçavkirî demildest serbest werin berdan. Em ji bo hevalên me yên birîndar re jî şifa dixwazin.”
(BK/YO)