Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kemal Ozer, nûçegihanê Dêrsimê yê rojnameya Evrenselê, cara sêyem e ku derketiye pêşberî dadgehê.
Heyeta dadgeha yekem a Cezayê Giran a Dêrsimê, di berdewamiya girtîtiya Ozerî de biryar girtiye. Dadkirin wê 28ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) berdewam bike.
Li gorî nûçeya ku di Evrenselê de hatiye weşandin, Ozerî wiha gotiye:
“Ez ji bo nûçeyan çûbûm gundê Pamûk ê Xozatê. Ez ji bo wê mijarê bikim nûçe ku bi salane pirsgirêkên wan ên kanalîzasyonê çareser nebûye û gorên wan ji hêla kesên nediyar ve hatine vekirin, li wir bûm.
“Lê li wir kesên bi çek gefa mirinê li min xwarin.”
Parêzer Bariş Yildirimî jî diyar kiriye, bûyera ku ji bo girtina Ozerî bûye sedema girtinê 29ê Tebaxê çêbûye û ew piştî wê bi pênc rojan hatiye girtin. Yildirimî gotiye, guman nîne ku Ozer bireve.
Heyetê daxwaza berdana Ozerî qebûl nekiriye. Ji bo Cemîl Guler ê di heman dozê de tê dadkirin û serî li yasaya poşmaniya bibandor daye, biryara berdanê standiye.
Kemol Ozer, 4ê Îlona 2017ê li ser rêya di navbera Dêrsim û Pulurê de hatibû sekinandin û desteserkirin. Piştî heft rojan dema desteserkirina Ozerî ji bo heft rojên din jî hatibû dirêjkirin. 15ê Îlona 2017ê bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” ji hêla Dadgeha Ceza û Sulhê ve hatibû girtin. (TP/FD)