Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova derbarê helwesta wan ê li dijî Tirkiyeyê ya piştî 15ê Tîrmehê de got: “Me di 15ê Tîrmehê de Erdogan na, hiqûqa navneteweyî parast.”
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê helwesta Rûsyayê ya piştî 15ê Tîrmehê li hemberî Tirkiyeyê de axivî û wiha got:
“Ez dixwazin vê yekê bînim ziman ku em pozîsyona Erdogan baş nabînin û ti piştgiriyê jî nadin. Ev mesele ne derbarê şexsê kesekî/ê de ye. Prensîbeke me heye û me polîtîkaya xwe ya derve jî li ser vê yekê ava kiriye: Hiqûqa navneteweyî û şopandina prensîbên NYê.”
Zaxarova hewldana derbeya leşkeri ya di 15 Tîrmehê de îma kir û wiha pê de çû: ‘Ez bivê yekê tiştin li Tirkiyeyê qewimîn qest dikim. Dema derpoşa sîtilê vebû me dît ku di salên dawî de li Tirkiyeyê çi qewimîn, rêvebiriyên tirk di çi şert û mercan de xebat kirine em fêm dikin. Ji bo vê yekê tiştên ku li Tirkiyeyê qewimîn tesadûf nebûn.
(HK/YO)