Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di sala 2017ê de, 6.3 milyon zarok mirine. 5,4 milyon zarokên mirîn ji 15 saliyê biçûktir bûne. Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî heke midaxele hatibûya kirin piraniya wan zarokan nedimirin.
BIXWÎNE: UNICEF: Di sala 2016ê de li Sûriyeyê ya kêm 652 zarok mirine
Neteweyên Yekbûyî digel Fona Alîkariya Zarokan(UNICEF), Rêxistina Saxlemiyê ya Dinyayê, Beşa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî û Banqeya Cîhanê bi hev re rapor amade kiriye.
BIXWÎNE: UNICEF: Heta 2030ê çêdibe 69 milyon zarokên ji 5 saliyê biçûktir bimirin
Rêxistinan diyar kiriye ku heke tedbîr nebin heta 2030ê ji ber nepaqijiya ava vexwarinê û neyîna dermanan çêdibe 56 milyon zarokên ji pênç saliyê biçûktir bimirin.
2017ê
Li gor rapora wekîlê CHPyî(Partiya Komarê ya Gelî) Sezgîn Tanrikuluyî amade kirî, di salên 2011-2017ê de li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê 3936 zarokan hatiye binpêkirin.
(BK/MB)