Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) diviyabû di 17ê Hezîranê de li Navenda Çanda Alî Emîrî Efendi ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ku li Taxa Fatîha Stenbolê çalakiya “Çîrokên Xorasanê” lidarbixista. Lê Qeymeqamiya Fatîhê di 16ê Hezîranê de bêyî ku sedemek nîşan bide bername qedexe kiribû.
Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Kesk a û Çep Bêrîtan Guneş Altinê îro ji bo ku Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne pirsname peşkeş kiriye.
Di vê çarçoveyê de Berîvan Guneş Altinê ev pirs ji Yerlikaya pirsiye:
*MKMê têkildarî qedexekirina çalakiyê daxuyanî dabû û gotibû, "Biryara vê qedexeya çend saet beriya çalakiya me hat girtin, di rastiyê de ev qedexe ji bo qedexekirina ziman û çanda Kurdî ye."(TY/AY)