Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mijarên semîneran ''liberçavbûn, têkoşîn û yekîtî'' ne, SPoD dê semîneran pêk bîne, heta 23yê Îlonê yên bixwazin dikarin serî li SPodê bidin.
Cara 6ê ye ku semînerên bi vî rengî têne pêk anîn û semîner dê di 22 û 23yê Çiriya Pêşiyê de bêne pêşkêşkirin.
Armanca semîneran ew e ku wan kesên li ser LGBTÎ+ û kuirê kar dikin bigihînin hev.
Di Semînerên Biharê yên 6. de mijarên bêne pêşkêşkirin ev in:
*Dîroka tevgera LGBTÎ+ya Tirkiyeyê.
*Guherîna bi dem û mekanî ya tevgera LGBTÎ+yê.
*Têkiliya nasnameya tevgera LGBTÎ+ û kuiran û cografyayê(erdnîgariyê) û stratejîyên tevgera LGBTÎ+yê.
*Bandor-li-hev-kirina LGBTÎ+ û kuîran a digel mekanan.
*Bandor-li-hev-kirina LGBTÎ+ û kuîran a digel tevgeran.
Xwendekar, akademîsyen an jî lêkolînêrên dixwazin mijarekê pêşkêş bikin divê herî zêde bi 300 gotinan kurteya mijara xwe binivîse û ji [email protected] re bişîne.
Encamên serîlêdanan dê di 28ê Îlonê de dîyar bibin. (ÇT/MB)