Li salonên sînemayê vê hefteyê sisê jê xwemalî, 6 fîlm wê bên nîşandan.
Di fîlmê "Dewata Heyalê Min" de Jennifer Lopez, Josh Duhamel û Lenny Kravitz dileyîzin û grûbeke korsan davêje ser dewata bûk û zava û fîlm qala vê çîrokê dike.
Jason Moore derhêner e, beşa wê komedî û aksiyon e. Senaryoya wê Mark Hammer Elizabeth Meriwether bi hev re nivîsîne.
Ece Îşbîlen Dag û Denîz Cem Dag derhêneriya fîlmê kirine û cureya wê komedî ye.
Senaryoya wê Memet Guzelbeyoglu û Caner Yalçin nivîsiye. Kûçikê perwerdekirî Bal, Nusret Toplar, Guney Kilinç, Mutlu Guney, Onur Buyuktopçu, Buse Şen, Dilara Ortaguz û Ulku Toplar tê de dileyîzin.
Nusret Toplar wekî rêzefîlma YouTubeyê 13 beş kişandiye. Ev fîlm jî ji ber van rêzefîlman wekî fîlmê sînemayê hatiye kişandin.
Erkan Bektaş, Sefa Zengin û Şevki Altunbuken tê de dileyîzin û Mahmut Baldemir derhêneriya wê kiriye. Li ser şampiyonekî boksê yê berê disekine ku li Çewlikê boksorekî serkeftî perwerde dike.
Cureya wê dram e û senaryoya wê Baran Mayda û Mahmut Baldemir bi hev re nivîsîne.
Christina Ricci, Santino Barnard û Don Durrell tê de dileyîzin û cureya wê tirs e.
Chris Sivertson derhêneriya wê kiriye û tê de jinek ji mêrê xwe yê ku meyla wî ser şîdetê heye, direve û ew û kurê xwe yê 7 salî diçin maleke ber golê û di nava çewlikekê de dijîn. Paşê tiştên nexweş tên serê wan.
Mohsen Rabiei senaryoya wê nivîsiye û derhêneriya wê kiriye. Fîlm xwemalî ye û cureya wê tirsnak e. Li ser serpêhatiyên ciwanan disekine ku dertên zozanan û li gencîneyê digerin.
Beyza Nur Onîspîr, Selda Yelîz Nar û Gîzem Çelebî tê de dileyîzin.
Kiko Mistrorigo û Celia Catundayê derhêneriya fîlmê kiriye û cureya wê anîmasyon e. Keçika 8 salî peyê bîranînên ku ji diya wê hatine dizîn, dikeve. (FD)