Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Edeneyê warê xwendekarên keç ê bi navê Özel Aladağ Tahsil Çağındaki Talebelere Yardım Derneği Ortaöğretim Kız Öğrenci Yurdu şewitî. 11 zarok û dersdarê/karmendê warê xwendekaran(yûrt) mirin.
Serê sibeyê çêkirina nûçeyên li ser bûyerê hat qedexekirin.
22 xwendekarên xwe ji pencereyan avêtîn û yên bi dûmanê jehrî girtîn li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Piştî sê sietan agir hatiye temirandin û tîmên agirkujîyê termê 12 kesan dîtine.
Navê zarokên mirîn ev in: Sare Betül Genç, Fatma Canatan, Semanur Aydoğdu, Gamze Bagir, Bahtınur Baş, Nurgül Pertlek, Tuğba Aydoğdu, Sümeyye Yetim, Cennet Karataş, Sevim Köylü, İlknur Maden, Zeliha Avcı.
Yek ji welatiyên ku dîyar kir ew bavê yek ji zarokên di yûrdê de ye û keça xwe nabîne ji DHAyê re dîyar kir: " ew der yûrda Silîmangiran e. Yûrda dewletê hat xerakirin û zarokên me li vê derê hatin bi cih kirin."
Serokê Tîmên Agirkujîyê yên Edeneyê, Fatih Durukanî da zanîn ku sebeba derketina agirî xetên elektrîkê ye ku xetên elektrîkê ji hev girtine û agir derêxistiye.
Şaredarê Şaredariya Edeneyê Huseyîn Sozlûyû da zanîn ku îhtimalek mezin, deriyê jêderketinê yê demên hewarê girtî bû.
Waliyê Edeneyê Mahmût Demîrtaşî ji çapemeniyê re dîyar kir:
“Bi şewatê 12 welatiyên me mirine. 11 ji wan xwendekar bûn û yek jî dersdar bû. 22 welatiyên me birîndar in. Me hemî term derêxistin. “
Li ser şewatê parlamentera Edeneyê ya Partiya Komarî ya Gelî(CHP) ji BirGûnê re gotiye:
" Hin îdia hene ku dîyar dikin da zarok di şevê de dernekevin derî li ser wan hatine girtin.
"Li navçeyê terîqeta silîmangiran gelek xurt e. AKPyê jî dibistanên gundan girtine.
"Li gundan dibistan nînin, problema servîsan jî heye ji ber wê zarok mecbûr dimînin li yûrdan bimînin. "
(EKN/MB)
Wêne: Mûcahît Aydin / AA