Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrên karê derve yên Tirkiye û Almanyayê li Enqereyê civiyane. Wezîrê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglûyî diyar kiriye ku ew bi taybetî li ser Idlibê axivîne.
Çavuşoglûyî gotiye:
“Mijarên em li ser axivîn, ekonomî, meseleyên konsolxaneyan û têkoşîna li dijî terorê bû.
“Bêguman em li ser mijarên herêmê jî axivîn. Bi taybetî em li ser Sûriye û Idlibê sekinîn.”
Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Heiko Maasî diyar kiriye:
“Divê ji bo gelek mijarên navneteweyî em hevkariyê bikin.
“Ji bo başbûna têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re em dixwazin mekanîzmayeka dîyalogê çêbikin.”
Çavuşoglûyî li ser Idlibê gotiye:
“Ji roja ku ihtimal heye êrîşek li Iblibê bê kirin em hewil didin êrîşê bisekinînin. Ji xwe yek ji armancên civînên li Astanayê jî ev bûn.
“Li Astanayê em ê bi taybetî hewil bidin îxlalên li Idlibê têne kirin bînin rojevê.
“Ev ne meseleya me ye ev meseleya hemî dinyayê ye.”
(AS/MB)
* Wêne: Fatih Aktaş – Enqere / AA