Serokwezîr Binalî Yildirm li çû serdana CHPê û bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtina ku saeteke kişand ji hêla her duyan ve daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.
Kiliçdarogluyî got: ‘Em ji Biryarnameyên Dewsa Qanûnê de fikarin û me aciziyên xwe jî anîn ziman. Di pêvajoya pêşwext de wê têkiliyên me bidomin.’
Yildirim jî derbarê wê mijarê de got: ‘Ji destpêka pêkanînên rewşa awarte (OHAL) vir ve min agahiyên derbarê Biryarnameyên Dewsa Qanûnan de bi wî re parve kirin.’
‘Wî hesasiyetên xwe yên derbarê vê mijarê de bi me re parvekirin.’
‘Em ê vê mijarê bi awayeke girîng hildin ber çavan. Wê hevdîtin û têkiliyên me di vê çarçoveyê de bidomin.’
Yildirim daxuyand ku ji bo çêkirina makeqanûnê wê ji her du partiyan keseke werin peywîrdakirin.
OHAL di 20ê Tîrmehê de hatibû îlankirin, û biryarnameyên yekêm yên dewsa qanûnê de jî di 23ê Tîrmehê hatibûn derxistin.
(YY/YO)