Walîtiya Amedê li Licê herêmek ji bo 15 rojan qedexe kiriye
Walîtiya Amedê, rojhilatê mezrika Dergiyê ku serbi Licê ye heta 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" ragihandiye.
Walîtiya Amedê li navçeya Licê herêmek di bin navê "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" de heta 15 rojan ji çûn û hatinê re qedexe kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê walîtiyê rojhilatê mezrika Dergiyê ku di navbera gundê Zengesor û Mîzagê yên navçeya Licêya Amedê de ye heta 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" ragihandiye.
Her weha walîtiyê daxuyandiye ku kesên bê destûr biçin vê herêmê dê ceza li wan bê birîn.(AY)