Polîsan li Newroza Stenbola êrîşî nûçegîhanên bianetê kirin
Polîsan berê nûçegîhanên bianetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînç asteng kirin ku bûyerên desteserkirinan dişopandin. Paşê ew devûrû danîn erdê derb li wan dan. Polîsan Yilmaz û Dînç desteser nekirin û serbest kirin. Nûçegîhanên bianetê wê giliyê polîsan bikin.