Li Avusturalyayê kesekî wesayita xwe bi ser peyayan de ajot
Li bajarê Melbourne yê Avustralyayê kesekî wesayita xwe ajot ser peyayan. Yek jê pitik 14 kes birîndar bûn. Piştî vê buyerê bi çend saetan dîsa li Melbourne di nava navendeke kirîn û firotinê de teqîneke biçûk pêk hat.