
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê îdianameya li ser Mafparêzên Girava Mezin hatiye amadekirin.
Piştî temamkirina lêpirsînnameyê dozgerê Serdozgeriya Komarê ya Tirkiyeyê, Can Tuncayî lêpirsînname ji bo Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê rêkiriye.
Li gor îdianameyê, bi sûcê “endambûna rêxistina terorî ya FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir)” ji bo Taner Kiliçî di navbera 7,5 û 15 salan de ceza tê xwestin. Taner Kiliç yek ji birêvebirên Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê bû.
Ji bo bersûcên dî bi sûcê “alîkariya rêxistina terorî” di navbera 5 û 10 salan de ceza hat xwestin.
Çi bûbû?
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Veli Acu (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan (Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmus Özbekli (Hak İnisiyatifi), Ali Garawi (İsveç vatandaşı insan hakları eğitimcisi), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin û di 18yê Tîrmehê ya 2017yê de hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.(YY/MB)
Nûçeyên Têkildar
-
Parêzera Ozlem Dalkiran û Nalan Erkemê li girtîgehê ew dîtin 28 Tîrmeh 2017Merîç Eyûbolûya parêzera Ozlem Dalkiran û Nalan Erkemê li girtîgehê ew dîtin. Dalkiran ...
-
Dema desteserkirîmana mafparêzan 7 rojan hat dirêjkirin 11 Tîrmeh 2017Dozgeriya Stenbolê biryara 7 rojan dirêjkirina dema desteserkirînmana mafparêzan da. ...
Nivîsên Pirxwendî Yên Îro
-
Ferhenga Şer û Amrazên Şer ji Kovara Ronahîyê - 2 19 Nîsan 2018
-
Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz be 18 Nîsan 2018