Ji bo Bûse, girtiya trans a di greva birçîbûnê de ye kampanyaya nameşandinê dest pê kiriye

Ji bo piştgiriya bi Bûse, girtiya jina trans kampanyaya nameyên elektronîk hatiye destpêkirin ku Bûse li Girtîgeha Mêran a Tîpa F a Tekirdagê tê girtin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne

Ji bo piştgiriya bi Bûse, girtiya jina trans kampanyaya nameyên elektronîk hatiye destpêkirin ku Bûse li Girtîgeha Mêran a Tîpa F a Tekirdagê tê girtin.

Bûse niha 40 salî ye û 20 sale di girtîgehê de ye. Digel biryara dadgehê û rapora doktoran, destûra operasyona guhertina zayendê nadin Bûseyê û ew jî ji ber vê rewşê 37 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.

Malpera direnesesesver.org  a ku beriya niha ji bo piştgiriya bi Dîren Coşkûna girtî re kampanya dabû destpêkirin niha jî li bendeyî nameyên ji bo Bûseyê ye. Heke ku hûn nameyên xwe li ser vê malperê bigihînin kesên peywendîdar wê nameyên we ji bo Bûseyê bişînin. (ÇT/FD)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

11 Tîrmeh 2018, Çarşem