Derbarê midûrê polîsan Henîfî Zengînî de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Dîmenê kêliyên ku Henîfî Zengîn di 26ê Hezîranê de di Meşa Rûmetê de jinek tacîz dike derketibû holê. Zengîn di meşa li dijî tûndkariya li tenduristiyê ya 7ê Tîrmehê de li xebatkarên tenduristiyê û rojnamegerên ku nûçe şopandine daye û dîmenên lêdanê çapemeniyê weşandibû.