Di Nîsan, Gulan û Hezîranê de 168 rojnameger hatine dadgehkirin
Li gorî rapora Expression Interruptedê, di meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de neh rojnameger bi 17 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê hatine cezakirin. Piştî ku 16 rojnameger û medyakar li Amedê hatin girtin, hejmara rojnamegerên girtî ya li Tirkiyeyê gihîştiye 67an.