TSK: 8 hezar û 651 xebatkarên TSKyê tevli hewldana derbekirinê bûn
Sererkaniya Tirkiyeyê (TSK) bi daxuyaniyeke ragihand ku 8 hezar û 651 leşker û xebatkarên TSKyê tevli hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bûne û 35 balafir, 37 helîkopter, 74 tank, 172 wesayîtên zirxî û 3 keştiyan bikar anîne.