Mêran di meha Gulanê de 18 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de tundkarî herî hindik li 67 jinan kiriye, herî hindik zarokek kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 16 zarokan kirine, herî hindik 13 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 54 jinan dane kirin.