TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
english
kurdî
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 19
Dozgeriyê yadkirina Mahîr Çayanî û Qizildereyê weke sûc nirxandiye
Dozgeriyê, ji ber ku li ser medya civakî pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan, Veysel Guney û kesên ku di qetlîama Qizildereyê de can dane yad kiriye, derbarê Erhan Çelîk, rêvebirê Partiya Çep(SOL) a Denîzlîyê de ji salekê heta 5 salan cezaya girtîgehê xwestiye.
19 Cotmeh 2020
İtiraza ji bo astengkirina Yenî Yaşamê nehatiye qebûlkirin
İtiraza ku ji bo astengkirina malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi navnîşana “www.yeniyasamgazetesi1.com”ê hatibû kirin, nehatiye qebûlkirin.
15 Cotmeh 2020
Rojnamegeriya “xwecîhî û neteweyî” ya dest danîna bi darê zorê, sansur û zîndanî kirin!
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Biayê ya Tîrmeh – Tebax – Îlon 2020an dide xuyakirin ku li Tirkiyeyê êdî rojnameger ji ber ku Padîşah rexne dikin tên desteserkirin, kanalên televizyona bi heman hincetê bi maweya pênc rojan tên bêdeng kirin û bi taybetî tundkarî li dijî rojnamegerên herêmî çiqas berfirehtir dibe pê re jî bê ceza dimîne.
13 Cotmeh 2020
Erol Önderoğlu,Sinem Aydınlı,İdil Aydınoğlu
İtiraza ji bo astengkirina Ajansa Mezopotamyayê nehatiye qebûlkirin
Parêzerên Ajansa Mezopotamyayê ji bo astengkirina malpera înternetê a bi navnîşana www.mezopotamyaajansi22.com îtiraz kiribûn. 3yem Dadgeha Cezayî ya Sulhê a Dîlokê itiraza parêzeran nepejirandiye.
9 Cotmeh 2020
Rojnameger Sertaç Kayarî beraet kiriye
Rojnameger Sertaç Kayarê ku ji ber li Amedê daxuyaniyên çapemeniyê û xwenîşandan dişopand doz lê hatibû vekirin û bi tohmeta ku “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye” dihate dadgehkirin, beraet kiriye.
9 Cotmeh 2020
Malpera Nupelê li Tirkiyeyê hatiye astengkirin
3yem Dadweriya Silh û Cezayî ya Amedê malpera Nupelê asteng kiriye.
8 Cotmeh 2020
Şêwirmendê çapemeniyê yê Meral Akşanerê hatiye desteserkirin
Mûrat Îde, şêwirmendê çapemeniyê yê Meral Akşener, Seroka Giştî a İYİ partiyê ji ber nivîsekî xwe ya 5 sal berê li Gîresûnê hatiye desteserkirin.
8 Cotmeh 2020
Dozgerî xwestiye 15 sal cezayê girtîgehê li rojnamger Ayşegul Doganê were birîn
Dozgerî daxwaz kiriye ku rojnameger Ayşegul Dogan ji 7 salan heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
7 Cotmeh 2020
Malpera Rûdawê li Tirkiyeyê hatiye astengkirin
2yem Dadweriya Silh û Cezayî ya Balikesîrê malpera Rûdawê asteng kiriye.
7 Cotmeh 2020
Li Stenbolê ESPyî û SGDFyî hatine desteserkirin
Polîsan li Stenbolê di saetên sibehê de avêtine ser gelek malan. Hevserokê Giştî yê ESPyê Şahin Tumuklu, Hevseroka SGDFyê Alev Ozkiraz û rojnameger Pinar Gayîp di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
7 Cotmeh 2020
Li Wanê polîsan bi ser ofîsa MAyê de girtiye
Polîsan li Wanê bi ser ofîsa Ajansa Mezopotamyayê de girtiye. 4 rojnameger hatine desteserkirin.
6 Cotmeh 2020
3 malperên nûçeyan hatine astengkirin
Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê malpera sendika.org, Ajansa Mezopotamya û Yenî Demokrasiyê asteng kiriye.
1 Cotmeh 2020
Di meha Îlonê de 55 rojnameger hatine dadgehkirin
Bariş Yarkadaşî “Di Medyayê de Rapora Binpêkirinên Mafan” aşkere kiriye. Rojnameger li şûna biçin karî sibehê diçin edliyeyan û li wir îfadeyên xwe didin.
30 Îlon 2020
EFJyê xwestiye ku Belarûs 15 rojnamegerên girtî azad bike
Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ), daxwaz ji Belarûsê kiriye ku 15 rojnamegerên girtî azad bike.
29 Îlon 2020
Bi maweya 5 rojan weşana Halk TVyê hatiye rawestandin
Cezaya rawestandina weşanê ya ku RTUKê bi maweya 5 rojan dabû Halk TVyê, destpêkiriye. Halk TV di 3ê Çiriya Pêşiyê de wê dîsan dest bi weşanê bike.
28 Îlon 2020
Rojnameger Hakan Gulseven serbest bûye
Rojnameger Hakan Gulsevenê ku di operasyona li ser Tevgera Bênavan de vê sibê hatibû desteserkirin, serbest bûye. Gulsevenî gotiye ku “Her tiştên ku mixalif e dixwazin weke sûc nîşan bidin. Ez bawer nakim tiştek jê derkeve.”
25 Îlon 2020
Di doza Ozgur Gundemê de cezayê 7 rojnamegeran hatiye pesendkirin
Dadgeha Îstinafê, cezayê ku li Ertûgrûl Mavîoglû, Fehîm İşik, Celal Başlangiç, İhsan Çaralan, Oncu Akgul, Celalettîn Can û Hüseyin Aykolî hatibû birîn, pesend kiriye.
23 Îlon 2020
Andre Vltchek, rojnamegerê Amerîkî mirî hatiye dîtin
Andre Vltchek, rojnamegerê Amerîkî li Karakoyê di hundirê wesayîtê de mirî hatiye dîtin. Serdozgeriya Komarî a Stenbolê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
22 Îlon 2020
Hejmara 41an a “Kürt Tarihi” behsa têkiliya Kurdan û Sowyetê dike
Adnan Çelik û Etienne Forestier-Peyrat edîtorê hejmara 41an a “Kürt Tarihi” ne ku di vê hejmarê de behsa têkiliya kurdan û Sowyetê hatiye kirin.
21 Îlon 2020
Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî hatin belavkirin
Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî, bi merasîmekê hatin belavkirin
21 Îlon 2020
lê bigere
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Nedim Turfent bûye endamê rûmetê yê PENa Ingilistanê
PENa Ingilistanê rojnameger Nedim Turfent kiriye endamê xwe yê rûmetê. 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfentî hatibû birîn.
18 Îlon 2020
Xelatgirên pêşbirka Mûsa Anterî diyar bûne
Encamên 27em Xelatên Mûsa Anterî û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad aşkere bûne. Di beşa kurdî de Ajansa Mezopotamya û Jinnews hêjayî xelatdayînê hatine dîtin.
18 Îlon 2020
Rojnamegerên ji doza MÎTê girtî bûn ji girtigehê derketine
Piştî biryara tehliyekirina wan rojnameger Bariş Pehlivan, Hulya Kilinç û Murat Agirel duh derengê şeve ji girtîgehê derketine.
10 Îlon 2020
Dadgehê ceza li rojnamegeran birî, wê werin tehliyekirin
Dadgehê bi sedema ku Qanûna MÎTê binpê kirine 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Aydin Keser, Ferhat Çelik û Murat Agirel'î, 3 sal u 9 meh cezayê girtîgehê jî li Barış Pehlivan û Hulya Kilinçê birî. Ji ber ku demekê girtî mane, rojnameger wê tehliye bibin.
9 Îlon 2020
Hikmet Adal
Doza Ozgur Gundemê taloq bûye
Doza navendî ya rojnameya Ozgur Gundemê, ji ber parêzer beşdarî dadgehkirinê nebûne, hatiye taloqkirin.
9 Îlon 2020
Îranê 3 sal cezayê girtîgehê daye rojnamegerê 72 salî
Îranê ji ber ku xwepêşandanê 1ê Gulanê şopandiye 3 sal cezayê girtîgehê daye Keywan Samîmî, Rêvebirê Karûbarên Nivîsan ê Kovara Îran-î Ferdayê û ceza wî destpêkiriye. Kovara Îran-î Ferda li Îranê weke kovareke nêzikî reformîstan tê zanîn.
25 Tebax 2020
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Daxwaza azadkirina rojnamegeran nehatiye qebûlkirin
34em Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê daxwaza tehliyekirina rojnameger Bariş Pehlivan, Murat Agiret û Hulya Kilinçê qebûl nekiriye. Rojnameger ji ber ku nûçe li ser endamên MITê yê li Libyayê miribû weşandine, hatibûn girtin.
24 Tebax 2020
Zanyariyên 235 milyon bikarhênerên medyaya civakî hatine dizîn
Şîrketa Social Datayê, ya Hong Kongê zanyariyên 235 milyon bikarhênerên Instagram, TikTok û YouTube-ê weşandine.
21 Tebax 2020
Li Bûrsayê êrîşî rojnamegerekî kirine
Xizmên Ali Ozkan, Şaredarê AKPyî, êrîşî Şaban Onen, Xwediyê Rojnameya Karacabey Yoremê kirine.
21 Tebax 2020
“Min behsa gendeliyan kir, cezayê girtîgehê dane min”
Rojnameger Bogatekînê ku wê bikeve girtîgehê got: “Bi gotineke din ji ber nûçeyên min beriya niha bi 7 salan nivîsandiye ez ê niha bikevim girtîgehê. Û dozgerê ku îdianame amade kiriye, niha ji ber FETOyê girtî ye. Min behsa gendeliyan kir lê cezayê girtîgehê dane min.”
21 Tebax 2020
Hikmet Adal
Hêzên asayîşê li Duhokê bi ser ofîsa NRT TVyê de girtine
Hêzên asayişe li Duhokê bi ser ofîsa NRT TVyê de girtine. Her weha li Zaxoyê Ehmed Zaxoyî, nûçegîhanê NRT TVyê hatiye desteserkirin.
20 Tebax 2020
Rojnameger Varlik Ozmenekî koça dawî kiriye
Rojnameger Varlik Ozmenekî, di 77 saliya xwe de çûye ber dilovaniya xwe. Ozmenek ev demeke ji ber nexweşiyê dihate dermankirin.
20 Tebax 2020
1
...
17
18
19
20
21
...
28